DÎTIN Û LÊKOLÎN

CUREYÊN KARGEHAN

CÎHANA KARGEHAN

Kar û xebat bi destê kesekî nameşe. hêza yek însanî bi sînor e. ji ber wê di destpêkê de du gav havîtine. Yek navgîn bikar anîne. Didu bi hevbeşî xebitîne.
Di sêrî de wek navgîn bi daran, keviran û pişt re jî hesinan feyde girtine. Herweha bi hêza heywanan jî bikar anîne. Ga, Hesp, hêştîr, Ker û seg ji bo hêsankirina kar û xebatan destekariyek mezin pêşkêşî mîrovahiyê kirine.
Piştre çêkirina makîneyan û heya bigre sazkirina robotan ji bo hêza hilberînê bûne destekarên mezin. Lê ji bo sazkirin û rêxistina van hemû navgînan ango rêvebirina hilberînê girêdayî hêvbeşiya kar e. Ev jî di qada pêşketina şaristaniya mîrovahiyê de bûye xaleke girîng.
Encax li gor pergalan, li gor berjewendiyan an jî li gor pêdiviyan rengê hevbeşiyê, herweha sazî û destgehan guheriye.
Di rewşa îroyîn de rola kargehan girîng e. lê her kargehek jî li gorî sazumaniya xwe xwedî pergalek cuda ye. sazkirina wê, peydakarina pereyan, destxistina navgînan, xebitandina pispor û karkeran li gor cureyên sîstemên îdeolojîk, berjewendiyên hêzan diguhere.
Di rewşa qapîtalîzma îroyîn de çend şirketên sereke hene ku em wan bi navê limited, kollektîf, anonym, kooperatîf, komandît, monopol, kartel, trost û konsorsîyum nasdikin.
Di nav van de çend mînakên balkêş ev in.

ŞIRKETA LÎMÎTED
Merca pêkhatina van şirketan girêdayî wek kesên rast û tüzel e. Wateya kesên tüzel ewe ku hinek şirket, banke an jî dewlet tenê bi hîsseyan an go pardariyan dibin hevkarê şirketa lîmîted. Li gor pîvana şirketa Lîmîted bi kêmayî du hevkar pêwîst in. Dibek ku ev ji hevkarên rast an jî ji kesên tuzel pêk bênê. Her pardar an jî hîssedarek qasî para xwe, di nav şirketan de xwedan soz e. An go xwedi perpirsiyar e. Divê sermayeya destpêkê ya şirketê xwedî mêjerekê be û para hîssedaran jî eşkere be. Para ku ji bo damezirandina şirketeke lîmîted ya harî kêmtirîn jî li gorî şert û mercên dewletan diguhere.
Destur nîn e ku ji hîsseyên wê ji gel re bê vekirin. Herweha şirketa Lîmîted nikare senetên xwê yên hîssedaran di di borsayê de pêşkêş bike.

ŞIRKETA ANONÎM
Ji bo sazkirina cureyê vê şirkete şert e ku, kêmtirîn 5 kesên rast an jî tüzel hebin. Hîssedarên wê jî qasî para xwe xwedî berpirsiyar in. Bi vî awayî dişibe şirketa Lîmîted. Lê sermayeya wê ji ya Lîmîtedê zêdetir e. Encax mêjera sermayeya wê jî li gor qanunên dewletan diguhere. Ji bo pêşkêşiya sermayeye, tenê bi pere jî ne hewceye. Hîssedarên ku bixwazin ligel pereyan, hebûn, navgîn û alav jî bi beramberî pereyan ji bo hîssedariyê tevî para fîrmayê bikin.
Destura şirketa anonim heye ku hîsseyên xwe ji pîyaseyê re pêşkêş bike û bifiroşe gel. Herweha danustendina hîseyên wê li borsayê jî pêkaneye. Bi vî awayî şirketa anonim dikare sermayeya xwe zêde bike. ji xwe taybetiya wê ya herî balkêş û derdikeve pêş ev e.
Rêveberiya wê jî cuda ye. Di şirketên kollektîf an jî lîmîted de pardar ango hissedar di heman deme de xwediyê şirketên e û hemû perpirsiyarî li ser mile wan e.
Lê sazkirina rêveberiya Anonîm zêdetir Profesyonel e û gelek milên wê jî hene. Wekî hebûna Lijneya gelemperî, lijneya rêveberî, lijneya venêrînê û beşên wê ji hêla qanunan ve mecbûr in. lêbelê li gor pêdiviyan û bi daxwaziya rêveberiya şirketê destur heye ku hin lijneyên din jî pêk bên.
Ji bo pênase û sazumaniya firmaya anonim, hebûna van merca bingehîn e.

ŞIRKETA KOMANDÎT
Merca sazumaniya cureyê van şirketan ewe ku hinek hîssedarên wê berpirsiyarên bêsînor in. Ev jî bi taybet xwedî û avakarê fîrmayê ne. Lê belê hêssedarên dinê tene qasî hîsseyên xwe xwedî berpirsiyariyê ne. Herweha mimkune ku ev kesên tuzelbin jî. Lê perpirsiyariya wan jî bi hîsseyan wan ve hatiye sînorkirin.
Mecburiyeta eşkerekirina mêjera sermayeya destpêkê nîn e. bê pere û bê navgîn jî avakirina wê pêkane ye. Wekî projeyek, wekî pêşniyariyek destpêdike. Hîssedaran topdike. Bi pereye wan him navgînan dikire, him berdela xebatkaran dide. Ev pêkane ye.
Berpirsiyariya hîssedaran û erke cîh girtina kar jî ne hişk e. Li gor peymana avakirina şîrketê ya bi nivîskî de reng û çehreya xwedî, rêveber û pardaran tê dîyarkirin.

ŞIRKETA KOLEKTÎF
Pergala van fîrmayan dişibe şirketên komandit. Li vir jî xwedî û avakar bêsînor xwedî berpirsiyar in û ne hewceye ku mêjera pereyan ya sermayeya destpêkê nîşan bidin. û hissedar jî qasî hîsseya xwe perpirsiyar in.
Lê cudahiya wê hi hêla hevkarê tüzel ve heye. Çawa ku di şirketa komandit de kes û saziyên tüzel dikarin bibin hissedar, li vir ango li ba şirketa kolektif ev ne mimkun e. Yanê Merca herî girîng ya vê şirkete ewe ku hîssedarên bi kesên rast pêk tê. Kesên tüzel nikarin di vî karî de cîh bigirin.
Li vir jî hewcedariya sermayeya kêmtirîn nîn e. herweha berpirsiyariya hîssedaran qasî para wan e. taybetıyên berpirsiyariyê û erkê hîssedaran li gor peymana avakirina şirketê tê dîyarkirin.

BUROYÊN ÎRTÎBATÊ Û VEKIRINA ŞAXAN
Şirketên ku deveyi welêt hatine avakirin, dikarin li welatekî din buroyên îrtîbatê vekin. Lê ev buroyan tenê têkiliyan sazdikin û destur nîne ku bazirganî û hilberînê bikin.
Şirketên bîyanî yên zengîn û ji hêla navneteweyî ve kar dikin, dikarin hin li deverên cîhanê şubeyên fîrmayên xwe vebikin. Lê vekirina şaxên wan bi destura saziyên dewletan pêkane ye. Divê her fîrma bi sazî û destgehên xwe; kar, xebat, hilberîn û bazirganiyê li gor şert û mercên dewletê pêk binîn.

KARTEL TROST KONSORSÎYUM
Di dema karûxebatên mezin de çend şirket cuda tên ba hev û dest dihavêjin hevkariyeke nu. Lê gorî dem, kar û xebatan rengê hevkariyê diguhere û ev jî li gor biranşa xwe tên binavkirin.
Kartel, Trost, Konsorsuyum mînakên tene zanîn. Ji bo çêkirina rêyên navnetewyî, ji bo grêdana û sazkirina luleyên petrol û gazê, ji bo destgehên Santralê yên Nukleerî, ji bo bendavên mezin û herwekî vê gelek projeyên mezin û navneteweyî hebûn û hevkariya van şirketan rolek mezin dileyîze. Daku karê şirketek tenê bikare berpirsiyariyê hilgire û bimeşîne nîn e.
Carinan sermaye têrê nake û derfetên krediyê nîn e, carinan amurên kar ne bes in, carna pisporî û hunera zanînê ne têr e û carînan jî dewletên ku îxaleyan didin naxwazin hertiştî tenê bi deste fîrmayekê ve girêbidin. Wê çaxê li gorî pêwistiyan, çend şirket konsorsiyuman avadikin û heya dawiya kar wek hevkar dixebitin. Bi qedandina kar re erkê konsorsîyumê jî radibe
Lê tröst û kartel ji bo sazumanî û karên demdirêj dixebitin. Hincaran dibe ku ji bo bibin hukumdarê pîyaseyê peymana hevkariyên bêdem û bê sînor çêdikin. Lê taybetiya wan ewe ku tene di branşekê de kar dikin û dibin pispor û serdestê wê pîyaseyê.

PEYMANA TAHKÎMÊ
Taybetiyeke din ya van şirketan jî ewe ku, hemu bi qanunên navneteweyî re girêdayîne. Ji xwe ev qanunan jî ji hêla dewletan ve yek bi yek hatine pejirandin. Belkî wek îstîsna çend xal nehatibin qebulkirin an jî çend dewlet beşdarî vê pêvajoyê nebûbûn jî çarçoveya kar naguhere û edî runiştiye.
Di vê çarçoveyê de peymana herî navudeng tahkim e. Li gor vê qanunê çarçoveya hilberîn, razemenî û danustendinên aborî hatine danîn.
Sazıya navneteweyi ya bı navê WTO ango organizasyona bazirganî ya cîhanê van mijaran dişopîne. WTO li gor tengasî û probleman hin caran qanunên nu pêşkêş dike, hin caran jî qanunên bêkêr diruf dike û daxwaziya rakirina wan dike.
Lê ji hêla qanunî ve saziya xwedî biryar lijneya tahkîmê ya navneteweyî ye û pirsgirekên hiquqî jî ew çareser dike.
Di dema pirsgirekan de divê alîgir pêşî serî li dadgehên dewletê bidin. Heke qanun ne li gorî şertên Tahkîmê bin an jî, alîyek ji encamê ne memnun be, dikare serî li Tahkîma navneteweyî bide û encamê bigire.
Rêxistina şirketên mezin yên navneteweyî ji hev cudatir in. Hin şirket hene ku li gor qanunan bi navê komandit, lîmîted, kollektîf û herwekî vê hatine avakirin, lê rêziknameya wan ya navxweyî cuda ye. Pergala rêxistina hîssedaran, terxankirina para hevkaran, biryara rêveberiya stratejîk, biryara xebatên rojane, gişt li gorî welatan, cıvatan û xediyên saziyan diguherin.
Lewma qanun an jî statuya fîrmayan yek be jî çand, pergal, rêzikname cuda ye. Ev rewş jî li her welatî bandora xwe li ser rêveberiya şirketan dike. Herweha qanun yek be jî sazumaniya çandî ya şirketên Almanan, ya Fransiyan, ya Ereban, ya Amerîkîyan û ya Çînîyan ji hev cudatir e.