Destengiya aboriya Gel

Qeyrana aboriya dewleta Tirkiyê bêhtir gelê Kurd dixe nav destengiyê. Di nav hejmara bêkar û betalan de rêjeya Kurdan zêdetir e.

Karkerên Tirk avantajên dewletbûyînê bikartînîn. Wekî hinbûna huner û pîşeyê hergav xwedî derfet in. Dîsa gava bixwazin bixebitin Karsazên Tirk wan tercîh dikin.

Lê Kurd hergav mecburî karûbarê bi destûmilan in. Huner û pîşeya wan zêde pêşketî nîn e. Welatê wan ji ber zordastiya dewletê ji hêla perwerde, hîmdarî û zanistiyê ve hejar maye. Dewletê derfet nedane. daku dixwaze cîvata Kurd ji hêla pîyesaya karûbar ve bibe hemal,, xebatkar û karkarê bêyî huner û pîşe.

Lê vê gavê Kurd ji hêla kar û xebata destûmilan ve jî bêpar mane. Pênaberîn ji Surî, Îraq, Efganîstan, Afrîkaya Bakur û Asyaya navîn erzantir dixebitin. Dewlet bi taybetî wan pê bihayekî erzan pêşkêşî sermayedarên burjuvaziya Tirkiyê dike. beranberî qeyrana aborî ya Tirkiyê heye, sermayedar bi saya karkerên erzan bîhnvedidin û karûbarê xwe dimeşînîn.

Di encamê de ji her hêlê ve cîvata Kurd tê hincirandin. derfetên peydakirina kar her diçe kêm dibe.

Lewma ji ber neçariyê gel erd û milkê xwe bi erzanî difiroşe û ji axa bav û kalan koç dike.

Koçberî tûnebune. Tunebûna bê welatî ye. Tunebuna cîvaka xwe ye, Tunebûna çand û kulturê, Tunebuna mal û milk e, Tunebûna kar û xebatê ye.

Herçiqasî mijarên sîyasî wek barekî giran li ser milê gel hêza xwe nîşan dide û cîvatê dihincirîne jî, destengiya aborî jî ji wê kêmtir nîn e.

Ji hêla sîyasî ve çawa daxwaziya xwerêxistinkirin û berxwedanê dibe mijara sereke, hewceye êş û azarên destengiya aborî jî bibin mijar.

Ev herdu mil wê destekariyê jî bidin hev û refên berxwedanê xurt jî bike.