ROJEVA NETEWÎ

Hêvîşikestên me: Zengîn û Zanayên Kurd

Di cîvaka îroyîn de hin beşên aktîf hene ku bi karûxebatên xwe, rê didin lı ber gel. Wekî mînak partiyên sîyasî, sazîyên cîvakî ango komel, sendîka û waqifan. Lê di nav van, an jî pêşîûpaşiya van de kesên xwedan erk hene. Hinek bi hêza hebûne xwe, hinek bi hêza zanîna xwe, hinek bi hunera rêxistin û sazumaniya xwe pêşberiya van saziya dikin.
Du refên cîvata me ku yên xwedî vî erkî ne, niha mijara vê nivîsê ne.

Zanyar û karsaz
Berê, him bi mebesta rojnamevaniyê û daxwziya roportajan, him jî bi hêviya beşdarbûne xebatên zanistî ez têkildarî zanyirên akademîsyan, rojnamevan û nivîskaran dibûm. Gava ku min dixwast derheqa bûyerekê an jî mijarekê roportajekê pêk binîm, herweha nuçeyekî çebikim min pirs pêşkêşî wan dikirin ku bibersîvînîn. Piraniya wan agahî didan, lê dixwastin ku navê wan bikarneynîm, hinekan jî ji bo roportajan nedin xwe ker dikirin û ez bêbersîv dihîştîm. Gava min dixwest bizanim ku çima weha dikin, an bi vekirî an jî bi zimanekî nevekirî digotin ku gava têkildarî min bin û rojnameya ku êz tê de dixebitim navê wan derkeve, wê ji bo karê wan ne baş be. Dibe ku teşhîr bibin, bên îxbarkirin, ji unîversîteyê bên durxistin. Herweha piraniya wan Kurdbûna xwe vedişartin. Xwe sipartibûn kemalîstan, terîqetan an jî nijadperestan. Lewma nedixwastin ev ruyê wan jî eşkere bibe.

Belê min fahm dikir û feraset jî nîşan didayê. Lê mixabin di encamê de wan ji bo debar, pîşe û qarîyera xwe xizmeta sazî û destgehên dewletê kirin. Tirkî û ji Tirkan re ji bo berjewendiya Tirkiyê navîsandin, lêkolîn kirin, saziyên sîvîl, enstîtû û unîversîteyên nu avakirin. Esil Kurdbin jî ji aşê serdestan re barê genim kişandin

Rewşa karsazan jî ne cuda ye. Li gor sermayedarên Kurd ku di bin banê serdestiya dewleta Tirk de dijîn ne mimkun e tiştekî eşkere bikin. Ji ber ku bi her awayî girêdayî dewletê bûn. Ihale, teşwîk/handan, kredî ji dewletê digirtin û divê gura rayedarên dewletê bikirana. Yên ku bi dewletê re nedixebitîn jî di nav metirsiyê de bûn. Daku ew karsazên Tirk di nav xwe de herçiqasî lîberal/serbestîxwaz, muhafezekar, demokratên çepgir bin jî, gava mijar Kurd û Kurdistan be dewletê hartir û gurtir dibûn. Demildest têkiliyên xwe bi karsazên Kurd yên wekî bayîyên wan yên li herêmên Kurdistanê dixebitin re dibirîn.
Jixwe bi desthilatdariya AKPê re, him li Kurdistanê him jî deverên ku Kurd ji hêla aborî ve xurt in, hêza terîqat, burokrat û sazumaniya wan zêdetir bûn. Kurdekî ku bikare karekî bike ne mimkûne ku tenê xwe bi kar re mijûl bike. Divê beşdarî terîqetekê jî bibe û îtaeta xwe ji wan re pêşbêşbike, ango serî bitewîne. Herweha beşdarî cîvata wan, çanda wan, bernameyên wan jî bibe. Bexşîş û alîkariyan bide. Rayedarên dewletê bi eşkereyî destek bike û bertîlê jî bide.

Di encamê de ev cîvat jî nikare feydeyê bide gelê xwe. Lê wekî amademîsyenan asîmîle nebûne. Hê zimanê xwe bikartînîn, Di nav gel de ne û karkerên wan jî yekser Kurd in. Lê modêla karsazî, mînak girtina kar û xebatê ya Tirkane. Kesaniya wan jî duperçeyîye. Ji alîyekî ve barê kurdbûyînê didin li ser milê xwe, ji alîyekî ve barê Tirkbûyînê dikşînîn. AKP û terîqet jî vê dixwazin, daku hêvî dikin bi riya van gelê Kurd bikşînîn hêla xwe. Encax pêvajoya ku diqewime nîşan dide ku AKP nikare bi riya van cîvatê veguherîne. Lewma destekariyê jî kêm dike û hêza van jî her diçe qels dibe.

Arîşeya herî balkêş Karsazên Kurd yên li Ewropayê ne. Bi çi zor û zehmetî dibe bila bibe îro gîhîştine mehengekê û zengîn bûne. Lê hergav çavê wan li welêt e. Sebebê vê tenê hezkirina welêt nîn e. Wekî nikarin le Ewropayê zêde pêşbikevin. Nikarin gavên mezin bihavêjin û derbasî asta profesyonelî bibin. Nikarin sermayeya xwe entegreyî jîyan û çerxa aboriya Ewropayê bikin. Lewma pareke sermeyeya xwe derbasî Tirkiye û Kurdistanê dikin. Bi taybetî yên ku dixwazin sermayeya xwe mezin bikin, berê xwe didin metropol û herêmên turîzmê yên li rojavayê Tirkiyê. Di encama vê biryarê de bi rayedar, pergal û sermayedarên Tirk re rûbirû dimînîn. Ji bo vê rewşê rêvebibin nasnameya xwe ya netewî û mezhebî vedişêrin. Têkilî sazî û destgehên Kurdan nabin.

Ew kesên ku li ewropayê di gelek sazî destgehên Kurdan de xebitîne êdî xwe ta dikin, vedişêrin û xwe dur dixin.
Heke hin caran hewce be an jî nikaribin rêxistin, hebûn û hêza Kurdan piştguh bikin ku bi vê sayê sermayeya xwe jî diparêzin, wê çaxê bi awayekî veşarî bi pereyan hin alîkariyan didin. Lê wek tê hêvîkirin ji bo avakirin, beşdarbûn û rêvebirina sazîyên aborî, çandî û zanîstî de cîh nagirin, têkildar nabin. Kes, sazî û destgehên weha bi awayekî eşkere destek nakin.

Wekî mînak heke bi avayekî eşkere bi qanunî sponsoriya enstîtuyeke Kurdî bikin, destekariya cîvateke nîvîskar, mamosteyên zimanê Kurdî bikin, an jî ji bo perwerdeya huner, pîşe û hînbûna kar û xebatê bikin, wê çaxê hemû pereyên xerckiribin dikarin ji dewletê şunve hildin. An jî ji para bacê beramberî vî pereyî kêm bidin. Lê destekariyê nadin. Him haya wan nîn e, him jî newêrin.

Mixabin beramberî wê tirsa xwe heke mijar sazî û destgehên Tirkan bin jîr dibin, wêrek dibin, çalak dibin. Yanê bêperwa destekariyê didin sazî û destgehên Tirkan yên li ewropayê. Daku xwe li berçavê balyozxaneyan, şaxên terîqet û saziyên karsazî yên wan şirîn bikin. Li wê bendêne ku gava çûnûhatina Tirkiyê tengasî çênebe, an jî ji bo hin karûxebatên wan pêşî neyê girtin. Lê bi rastî jî bernakeve; gava bedela ku didin û qezenca wan bidin berhev ev eşkere dibe ku destevala dimînîn. Dev ji hemuyan berdin, dewsa pereyan vîn û îradeya xwe jî îpotek dikin. Li ewropayê ewqas derfet hene, lê hiş, mêjî û vîna wan di destê Tirkan de ye.

Belê di encamê de em dikarin bibêjin ku Karsaz û zanyar yên netewên cudûbicuda li deverên cîhanê çiqasî pêşbikevin ewqasî hev digirin. Daku him ji bo berdewamiya kar û xebatê, him ji bo xwe parastinê û him jî ji bo cîvakîbûna zengînî û zaninîyê ev girîng e, pêwîst e.

Lê ew her çiqasî xurt dibin, mezin dibin, xwedan erk dibin, ewqasî xwe ji gelê xwe, ji sazî û destgehên xwe, ji rêxistinbûyîna xwe, ji hevalbendî û dostaniya xwe, xwe dur digirin.
Wer tê xuyanê ku ev jî encama bîçeretîyeke Kurdan ya din e. Çewt be jî, xelet be jî dilêşîyek be jî rastî ev e.