Monday, December 18

AVAKIRINA BENDAVAN; PÊŞKETIN AN ZÎYANKARÎ

Dewletên ku modernîzasyon û pêşxistina aboriyê ji xwe re dikin hedef, mecbûrin ku çavkaniyên enerjiyê jî peydabikin. Damezırandına bendavan ji bo vê mebestê wek çareyek hatiye dîtin. Herweha gel peydakirina enerjiyê, feydeya bendavan ya avdaniyê jî zêdê dihate xuyakirin.
Lewma, bi taybetî, piştî şerê cîhanê yê duyemîn gelek welatan giranî da çêkirina bendavan. Çîn, Hîndîstan, Misir, Îran, Tirkiye û Amerîkayê bendavên mezin û navudeng avakirin. Bi saya van bendavan him prisgirekên ava vexwarinê û avdaniya zevîyan hel kirin, hem jî enerjîya elektrîkê ji bo pîşesaziyê peydakirin. Lewma beramberî çêkirina bendavan, projeyên çandiniyê û pîşesaziyê jî hatin plankirin.
Wek mînak Misir bi saya bendava Assuan deyşta Nîl ya çandiniyê berfirehtir kir. Berhema herî mezin, ya di dîroka xwe de, lê hilda. Dîsa Dewletên Yekbuyê yên Amerîkayê bi projeya Tenneseyê herêmên paşmayî ji hêla avdanî, çandinî, enerjî û pîşesaziyê ve pêşxist.
Tirkiyeyê jî wek gava yekemîn bendava Kebanê çêkir. Gelek feydeya wê jî dît. Yekser bi navê GAP’ê projeya, avdanî, çandinî û pêşxistina aborî da berxwe. Lêbelê bi çêkirina projeyê re armancên polîtîk jî dan ber xwe. Valakirina gundên kurdan, koçkirin û ji welat durxistin jî bu hedefek. Bi vî awayî tunekirina cîvatekê jî bû perçeyê projeya aborî.
Buyerên cîh guhertinê li herêmên cîhanê yên din jî pêk hatin. Li Hîndîstanê 30 mîlyonî zêdetir niştecîh, jiber golên bendavan hatin valakirin. Li gelek welatên din jî ev buyer qewimîn. Tevlîhevî, tengasiyên aborî û cîvakî rudan. Di rihê mîrovan de birînên girîng vebûn. Zîyanên mezin pêk hatin.
Lê zîyanên bendavan tenê ev nîn bûn. Xwezaya herêmên bendavan jî guherîn. Gelek nexweşîyên nu derketin. Li Malaryayê, Hindîstanê û Kurdistanê ji ber nexweşiyan mirîn çêbûn. Dîsa wek mînaka Çînê û Malaryayê avaku ji bendavan hat berdan dibû sedemê lêwîyê, belavbûna ava şêlûyî. Herweha gelek gund, zevî û wargehên zindiyan di bin avê de man.
Bendewariya avdaniyê jî, wek dihat hêvîkirin serneket. Ji ber germê kel bi avê diket. Xwêya wê li ser axê ma û hêşinahî şewitîn. Herêm bûn çolûçolistan. Dîsa hin cîyan ku av hê nedigîhîşte zevîyan dikişiya bin erdê. Ev ji dibû hinceta pêkhatina çal û kortên mezin.
Êşeke din jî ew bû ku, ava bendavan jehrî jî dibû. Ava ku zeviyên gubrekirî belav dibû, cardin dikişiya bendavan an jî çemê ber bendavan û diçû bendaveke din. Wek mînak ava bendavên bakurê Kurdistanê heyanî digihîşte başur an jî rojavayê Kurdistanê jehrî dibû. Him ji bo vexwarina zindiyan, him jî ji bo çandiniyê zerar û zîyan dida. Pergala avdaniya dewleta Tirk, ya projeya Gapê dibû hinceta vê. Lewma, wekî dihate payîn rola peydakiraina ava vexwarinê jî nehate cîh.
Li misir, hîndîstan û çînê jî hate dîtin ku bi saya bendavan, avdanî û plankirina çandiniyê naçe sêrî. Lewma tu welatek bi vê hêviyê nikare hilberîna sewze, fêkî û dexl bawer be. Ji xwe pergala avdaniyê ya bi dilopan ku ji hêla Îsraîlê ve hat pêşxistin, nîşan da ku hewcedariya avdaniyê ya bendavan nîn e.
Berevajî vê di ruyê bendavan de gelek daristan, mêrg, çayir, zevî û berhemên dîrokî hatin ruxandin. Ba û bahozên bê dem rabûn, şîlî û baranên bê sînor bariyan. Ax ji bo çandiniyê kêrhatiye duçarî ba û baranên bêhed û bêwext ma. Çol pêk hatin û asta erozyonê zêdetir bû. Di encama van guherînan de gelek zindiyên wek însan, rawer û hêşînahî bê cîh û bê war man. An tine bûn, an jî ji herêmê terk kirin.
Masî û masîvanî jî têk çû. Di her çem û roparî de komên masîyan jî hebûn. Ev di kozên xwe de zêde dibûn, têr dibûn û mezin dibûn. Gundî û niştecîhên derûdoran jî, bi saya nêçirvaniya wan, feydeyek mezin didîtin. Lê piştî çêkirina bendavan cureyên avê guherî, hêşinahî, ax guherî. Xet û newalên avê guherîn, herweha jehrîbûyîna ji ber gubreyê jî pêk hat. Van şert û mercan koka masiyan qelandin. Gelek cureyên wan ji holê robûn û êdî nayên xuyanê.
Hilberîna enerjiyê ya bendavan jî ne gorî projeyan bû. Gelek cîyan ji ber erozyona axê golên avê tije bûn. Mêjera avê û hêza wê ya ku trîbûnan bizivirîne kêm bû. Jixwe di nav 50 salî de asta hilberîna enerjiyê ya hemu bendavên cîhanê daket.
Metirsiyeke herî mezin jî erdhej e. Hatiye raçevkirin ku giraniya golên bendavan zorê dide erd û zinaran û şikestin pêk tê. Ev jî dibe sedema erdhejan. Li Çînê, Li Hîndîstanê û li Malaryayê hatiye dîtin ku piştî çêkirina bendavan, hejmara erdhejan jî zêde bûye û bi sedhezaran mîrov mirine an jî bê cîh û war ma ne. Herweha xuya bûye ku çavkaniyên xetên erdhejê ji herêmên bendavan tên.
Ev hemu buyerên diqewimin, lêkolînên pêk tên agahî û zanistiyên cîvatê yên hemberî bendavan jî zêde dikin. Him kom û cîvakên raste rast ji bendavan zîyan ditîne, him hêzên zanist û him jî kom û komelên cîvakî ji bo hawirdorparezî zorê dide hikumetan. Ev jî dibe hinceta pirsgirekên sîyasî, cîvakî, çandî û dîrokî.
Di dîroka mîrovahiyê de qelîştekên pêk tên, zîhnîyeta mîrovan ji nuve avadike. Ev jî dibe destpêka hin gav û tevgerên nû. Niha li ser ruyê erdê hêzên berxwedar yên hawirdorparêz gîhiştine asteke berbiçav. Tê hêvîkirin ku ji bo berjewendiyên hikumet û dewletan yên rojane xweza û jîngeha hemu zindiyan neyê talankirin û tunekirin.