DÎTIN Û LÊKOLÎN

Çavkaniyên Şaristaniya Mîrovan

Sê çavkaniyên bingehîn hene.
1- Mîneral/kanzaî (hesin, bafon, zêr, zîv, petrol, gaz, av …), ku wek derdora 10-120 cureyê elementan hene. Hinekê wan rasterast li cîhanê hene, hinekên wan jî di laboratoran de tên çêkirin. Ji ber vê pêkaneye ku hejmar her biçe zêde be.

2- Hêşînahî,
3- Ajal
4- Tav-enerjî

Ev hersêk çavkanî ji bo bikaranîna mîrovan ya şaristaniyê alavên bingehîn in. Xêncî van tu çavkanîyek nîn e. Herweha ev çavkanî jî hev bikartînîn û jîyana xwe pê berdewam dikin. Çêre ji çêrê, axê, tavê û avê feydê dibîne. Ajal ji çêrê, ji goştê heywanan sud werdigirin. mîrov jî wek van, ji çêrê, goşt û tavê feydê dibînîn.
Lê mîrov ji hin xalan ve ji ajal û hêşînahiyê vediqetin. ew ku dibin eger û sedemên damezirandina şaristaniyê.
Mîrov him mîneralan, him heywanan û hem jî çêrê wekî yên din tenê bi xavî bikarnaynîn. Wan li gor pêdivî, daxwazî û armancên xwe diguherîne. Reng û rîçalekî din didê. Mîrovahî ji vê hêlê ve çiqasî pêşbikeve ewqasî xurt dibe, jîr dibe.
Lê tu yek van madde jî winda nabe. reng, rîçal, diruv, teşe, erk diguhere lêbelê yek jî tune nabe. bi awayekî her navgîn vedigere xwezayê.
bermayî, gemar, zêdayî û sergoya van berheman dimîne. dîsa piştî karê wan qediya hemu perçeyên wan ji bo bikaranînê amade ne.

Lê îro wek pirsgirekên ekolojîk gelek êş û tengasiyên şaristaniyê hene. Ev encama, kêmasiyên sererastkirin û rêvebirina heyî ye.
Heke şaristanî rewşa xwe sererast bike, mîrovahî kêmasî û tengasiyên xwe yên hişmendî, ramanî û danustendinên navxweyî baş saz bike, dikare van tengasiyên heyî jî çareser bike.
wekî berhemên kanan bi destê navgînên pîşesaziyê ji kanan tê derxistin, ji tiştên cuda bî veqetandin, paşê bê helandin û li gor plan û projeyan carek din bê kelîjandin. û di berdewamiya kar re bi perçeyên din ve bê kelijandin, pêçandin, çengelkirin û dirutin an jî zeliqandin, wê wextê êdî kêr tê û li gor daxwaziya erkê xwe tîne cîh.
piştî demekê ew êdî nayê bikaranîn. Dibe gemar an jî sergo. Heke ev carek din bê veçerxandin/recycl ê dîsa bê bikaranîn. heke neyê bikaranîn wê çaxê zîyanê dide. Hawirdor, jîngeh û xwezayê.